Önder Beyter
11 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
BATMAN
Xelkê Heskîfa navçeya Batmanê ku ji ber Projeya Bendava Ilisûyê û Santrala Hîdroelektîrk (HES) wê di binê avê da bimîne, li benda wê rojê ne ku derbasî xaniyên nû yên ku ji bo wan tên çêkirin, bibin.
Di Projeya HES û Bendava Ilisûyê da tê pêşbînîkirin ku di 31ê Kanûna Pêşîn a 2017an da pêşiya avê bê birîn. Ji bo xelkê Heskîfa ku wê di binê avê da bimîne, li jîngeha nû 710 xanî wê bên çêkirin.

Li jîngeha nû ya ku wê lê Qaymeqamtî, Fermandariya Cendermeyên Navçeyê, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Dibistana Bilind a Pîşeyê Otêlvaniyê û Kargeriya Tûrîzmê ya Zanîngeha Batmanê, Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê ku ji 25 ciyên razanê di xwe da dihewîne, pirtûkxane hebin, tê pêşbînîkirin pira ku kîlometreyek dirêj e û rêya wê ya duble jî veqetandî ye, sala pêşiya me temam bibe û têkeve xizmetê.
- "Ji sedî 90î dem û dezgehên fermî hatin veguhastin"

Qaymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku dewlet girîngiyeke cuda dide navçeyê û projeyên pir mezin lê bicih anîn û wiha pê da çû:
"Ji sedî 90î dem û dezgehên fermî bi bal jîngeha nû hatin veguhastin. Wekî serokê komîsyona xwedanheq me xebatên xwe kuta kirin. 710 xaniyên musteqîl ku di navbera 130 û 150 metre çargoşe da ne û baxçeyê wan heye, tên çêkirin."

Bayguven bal kişand ku nêzîkî ji sedî 50, çêkirina xaniyan kuta bû û herwiha çêkirina Navenda Çandê ya ku li herêmê bêhempa ye, dewam dike.