Türkan Tosun
11 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di hezar û 285 operasyonên ku vê hefteya dawîn hatin lidarxistin da 39 jê kuştî, 3 jê sax, 15 jê jî teslîmbûyî, bi tevahî 57 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di navbera 4 û 11ê îlonê de hêzên ewlekariyê li hember rêxistina terorê hezar û 285 operasyon kirin.
Di operasyonan de 117 kes ji ber alîkarî û piştgiriya rêxistina terorî, 27 kes ji ber îdiaya eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorî re heye, 451 kes di têkoşîna li hember FETOya rêxistina terorî de, 6 kes jî di têkoşîna li hember rêxistinên çepgir de hatin binçavkirin.
Di operasyonan da 39 jê kuştî, 3 jê sax, 15 jê jî teslîmbûyî, bi tevahî 57 terorîst hatin berterefkirin.
Li Mûş, Bîngol, Tuncelî, Hekarî û Şirnexê di operasyonan de 11 sitargeh û şikeft, 9 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û mayîn hatin îmhakirin.
Hêzên ewlekariyê 12,5 kîlo madeyên ku di çêkirina teqemeniyên bi destan de tên bikaranîn, 35 bombeyên destan, 4 hezar û 527 muhîmatên muxtelif, jê 38 giran û lûledirêj 42 çek bi dest xistin.