Kurdên sûriyeyî yên li Sirûca navçeya Urfayê ku di konan de dijîn, ava xwe ji bîrekê 3 kîlomêtro dûrî kon, li ser pişta keran tînin.
Hin kurdên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Kobanê (Eyn el-Ereb) revîn û hatin Sirûcê, di konbajaran de hin jî di konên ku wan bi xwe li ser sînor avakirin de dijîn. Zarokên sûriyeyîyan ên ji ber sar û sermayê rojên dijwar derbas dikin bi roj bi zarokên li herêmê re dilîzin, jin jî li ser kuçikan çêdikin şîvê çêdikin. Di heman demê de jin li ser van kuçikan avê germ dikin û pê cil û bergên xwe dişon. Herwiha ji ber ku li herêmê av tuneye jî penaber avê ji bîrekê ku 3 kîlomêtro dûrî konan e, li ser pişta keran tînin.
Abdulkerîm Bekî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew mehek berê hatin herêmê û ji ber ku nexwastin di kombajar de bimînin bi derfetên xwe li ser sînor ji bo xwe konek vedan û di kon de dijîn.
Bekî got ku zarokek wî di şer de mir û niha tevî malbata xwe ya ku ji 11 kesan pêk tê, di konekî de dijî.
Bekî got ku wî bi derfetên xwe konek ava kir û niha di kon de dijî û wiha dewam kir: "Li vê derê nan û av û cêran nîne. Em ava xwe li ser pişta keran ji bîrek ku 3 kîlomêtro dûrî herêmê ye tînin. Ne betanî ne jî doşekên me hene. Em di konek de 10 kes dimînin. Em li vir di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Milet dibêje qey em parsek in û ji me dûr disekinin, lê em neparsek in. Em yek ji êşîrên giregir ên Sûriyeyê ne. Xwedê ev kir nesîbê me û em niha wiha dijîn."
-"Tirkiyeyê namûsa me xilas kir"
Bekî got ku ew dixwazin vegerin welatê xwe û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê namûsa me xilas kir. Lê vegere îroyîn ji bo me ji ya sibê baştir e. Em dixwazin vegerin welatê xwe û li wir di konan de bijîn. Mal, bajar û welatê me ji destê me çû."
Sabî Şaho jî got ku him hewa sar e û him jî av û cêran tune û ji ber vê yekê nikarin serê zarokên xwe bişon.
Şaho wiha got: "Em herî zêde ji bo zarokên xwe dikevin nav fikaran. Li nexweşxaneyan miayene bêpere ye, lê derman bi pere ne. Em ê çawa li ber xwe bidin em nizanin. Şikir ji Xwedê re, ev ker jî heye ku em pê avê dikşînin."