ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Zanîngeha Îbn Xeldûn di merasima vekirinê ya Şûraya Şaristaniya Navneteweyî de axivî.
Erdogan anî ziman ku li welêt hin kes li ser meseleya sunetê niqaşan dikin û wiha axivî: "Dînê me yê ezîz ji ser rêxistinên terorê bi awayekî wisa nîşan didin û ji bo têgihîştina wan em herî dibêjin wisa nîne fersend namîne ku ji wan ra qala heqîqetê bikin. Niha gelek mirovên curbecur derketin, çêbûn. Ev kesên derketine li ser meseleya sunnetê bi awayekî cidî nîqaşan dikin. Ev nîqaşên li welatê me tên kirin bi taybetî jî ji bo me sedema xemgîniyê ye. Ez mecbûr im ku vê aşîkar û zelal bibêjim. Rayeya meletiyê, heqê hikûmdayînê nade tu kesî û ji ber vê jî rayeya li ser sunneta Pêxemberê me jî tu kes nade wan jî. Pêşî li van nîqaşan vekirin di eslê xwe da tê meneya di nav vê neslê da fesadî kirine. Û di nav vê neslê da heqê fesadî kirinê jî tu kesî nedaye vana. Ew jî bi vî awayî nikarin bikevin nav siyasetê û heke tevlî siyasetê bibin jî wê berdêleke giran bidin."
- "Avahiyên 40 qatî û 100 qatî çêkirin ne medeniyet e"
Ji bo mijara medeniyetê Erdogan behsa tevgerên Rojavayê kir û wiha dewam kir: "Li gor welatên Rojavayê ji bo bajarek medenî bê qebûlkirin, divê li ser rêyan ronahî hebe û li kolanan herî tunebe, li taybetiyên tên xuyanê dinihêrin. Lê di pîvana Îslamê de nîşaneya medenîbûna bajerekî ew e ku divê meriv bikaribe deriyê xwe kilît neke û derkeve derva, arîkariyê bide hemû kesên feqîr û bi merhemetê nêzî heywanên li kolanan bibe. Di medeniyeta me medenîtî ev e. Lê mixabin em bi awayekî cuda ketine vê dafikê. Avahiyên 40 qatî û 100 qatî çêkirin we medenî nake, lê em jî ketine vê dafikê, ez vê jî bibêjim."
- "Birêz Trump li gor min şaristaniyê wek şikil dinirxîne"
Serokomar Erdogan Serokê DYAyê Donald Trump ji ber tevgerên wî yên li hember misilmanan rexne kir û wiha got: "Birêz Trump li gor min şaristaniyê wek şikil dinirxîne. Me deriyan ji mirovên ku cuda difikirin re negirt, lê niha li Amerîkayê heke misilman ketibin di nav rewşeke ji wir qewirandinê, ev jî nîşan dide ku li Amerîkayê pirsgirêkek heye. Divê Trump ewil vê mijarê binirxîne. Meqseda me însan e ku di nav tiştên ku hatine xuliqandin de yê herî bişeref e. Lê ez dibînim ku li Amerîkayê rewş wiha nîne, di rewşa niha de pirsgirêk heye."
- "Ma edaleteke wiha dibe?"
Erdogan ji bo biryara binçavkirinê ya ku der barê parêzvanên wî de ji hêla Amerîkayê va hatiye dayîn de wiha axivî: "Li welatekî ku ez bi 13 parêzvanên xwe ve wek vexwendî çûbûm heke bi nenaskirî, nedîtî, nezanî der barê wan de biryara binçavkirinê hatibe dayîn, bila qusîrê nenihêrin ez ji vî welatî re nabêjim medenî ye. Tu yê bi xwe me dawet bikî û ezê bi parêzvanên xwe va bêm wek Serokomarê welatekî û li wir tu yê me bixî nav rewşeke ku terorîst gefan li me bixwin ku wê li me bidin. Parêzvanên min jî wê tevdîran bibînin, hela wisa ku ji wan du kes ne li wir jî bûn, parêzvanên jina min bûn. Dozgerê rabe der barê wan de biryara binçavkirinê bide. Ma edaleteke wiha dibe?"
- "Dinya ji 5an mezintir e"
Serokomar Erdogan got şert û mercên dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û yên niha cuda ne û ji ber vê 5 dewlet nikarin qedera dinyayê eşkere bikin wiha dewam kir: "Îtiraza me ya dinya ji 5an mezintir e, bi meneya xwe ya din ji bona banga edaletê ye û di heman demê da hewareke medeniyetê ye. Çawa dinya 5 e, tiştekî wiha dibe? Şert û mercên Şerê Cîhanê yê Duyemîn û yê niha cuda ne. 5 dewlet qedera dinyayê eşkere dikin, çi ji devê wan derkeve ew e. Tiştekî wilo nabe. Şerê Cîhanê yê Duyemîn li paş ma û îro dinyeyeke din heye. Hemû mesele rojane dibin û divê siyaset jî di vî warî da qedera xwe rojane bike."
- "Eleqeya DEAŞê bi Îslamê ra tuneye"
Îslamê bi rêxistina terorê DEAŞê re eleqedarkirinê re Erdogan wiha got: "Herî zêde em li dijî DEAŞê şer dikin û dema şer dikin jî dibêjin eleqeya DEAŞê bi Îslamê ra tuneye. Bi eşkereyî di hemû civînên navneteweyî û hevdîtinên bi dewletên Îslamê ra em dibêjin eleqeya DEAŞê bi Îslamê ra tuneye. Lê em nikarin bi wan bidin fehmkirin, mixabin misilmanan bi misilmanan didin kuştin. Bê pere çekan didin. Em jî ji bona parastinê bi peretî dixwazin, lê çek nadin me. Em di nav dinyayeke ecêb da ne."
Erdogan got Trump ji misilmanan re dibêje terorîst û wiha axivî: "Hûn li Amerîkayê li Birêz Trump dinihêrin ji bo misilmanan îfadeya 'terorîst' dibêje. Dema em jê ra dibêjin 'binihêre tiştekî wisa tuneye' nikare biparêze. Li Myanmarê hin budîstên terorîst misilmanên ji Rohîngyayê kuştin. Gelo ji bo budîstan dikarin heman tiştî bibêjin, na. Çima? Ew yoga dikin. Qet tiştekî wiha çewto mewto dibe? Ji bo terorîstên xiristiyan tiştekî wiha dibêjin, ji bo terorîstên cihû tiştekî wiha dibêjin, na. Hebe tunebe dibêjin terorîstê îslamî. Em bi caran ji wan ra qal dikin, nabe."
- "Li hember hemû êrîşan toximê pola ya şaristaniya me saxlem e"
Ji bo îslamê Erdogan got ew şaristaniyeke wisan e ku ewê her tim li ser piyan bimîne û wiha pê de çû: "Pergaleke ku li ser mêtinkariyê hatibe avakirin, mirovan bi zincirên ku nayên dîtin va dike kole, însanan wek metayê dibîne û pişta xwe dide xerckirina bêsînor nikare heta hetayî dewam bike. Makyaja rûyê wan kesên ku duh li ser navê pîşesaziyê pergela mêtinkariyê ava kiribûn diçe û rûyê wan ê rastîn derdikeve holê. Lê şaristaniya îslamê ji ber kurahiya rehên xwe û çavkaniyên ku jê avê dixwe va şaristaniyeke wiya ye ku dikare heta hetayî li ser piyan bimîne. Li hember hemû êrîşan toximê pola ya şaristaniya me saxlem e. Misilman ji bona medeniyet, çand û baweriyên din bazara xerckirinê û qada ceribandinê nîne. Heger îro rewşeke wiha hebe û alema Îslamê bi teror, paşdamayîn, şerên mezhebî û nîqaşên siyasî di rewşeke xiran da be divê em tu kêliyeke xwe di nav hizûrê da derbas nekin û ev li me heram be. Heger îro li Sûriye, Iraq, Libya, Yêmen û Somaliyê û di dîroka nêz da jî li Balkan û Qefqasan û demên berê da hemû êşên li hemû erdnîgariya Asyayê berpirsiyarî wek misilman ya me ye."
- "Mucewher dema bikeve nav heriyê ji qiymeta xwe nakeve"
Serokomar Erdogan got hêza yekane ya ku dinyayê bîne ser xêza mirovahiyê şarsitaniya Îslamê ye û wiha axivî: "Ne rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, El Kaîde û Boko Haramê û ne jî zilma rêvebirên qîmnekir ên ku hetka civakên xwe dibin nikare vê heqîqetê biguherîne. Mucewher dema bikeve nav heriyê ji qiymeta xwe nakeve. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em vê xezîneya biqiymet ji wê heriya li serê ye paqij bikin û pêşkêşî xizmeta mirovahiyê bikin. Ji bo vê jî yek tiştê ku divê em bikin, xwepêşvabirin, temamkirin, xebat û têkoşînkirin e."
news_share_descriptionsubscription_contact


