23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
DIHOK
Serokê Encumena Navçeya Şengalê Weyîs Naîf, rexneyên tund li mewcûdiyeta rêxistina terorî PKKyê li Şengalê girt û got: "PKK roj bi rojê çekdarên xwe li Şengalê zêdetir dike. Hemû armanca wan ew e ku Şengalê bikin cihekî eskerî da ku pozisyona Îran û Sûriyê li herêmê bihêztir bibe."
Weyîs Naîf, rewşa dawîn a Şengalê û geşedanên li derdorê wê ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re qal kir.
- "PKK haziriya şerê li dijî Pêşmerge dike"
Serokê Encumenê Naîf diyar kir ku her diçe Şengal aramtir dibe lê PKK rê li ber vê digire û nahêle ku navçe bigihê îstiqrarekê û bibe cihekî ewle. Naîf ragihand ku PKK her rojê çekdaran ji Sûriyê tîne Xanesora Şengalê û haziriya şerekî li dijî Pêşmerge dike.
Li ser armancên PKKyê li Şengalê Naîf nirxandina xwe wiha kir:
"Ji serî ve baweriya me ew bû ku hatina PKKyê bo Şengalê li dijî berjewendiyên giştî yên Şengalê û şengaliyan e. Mixabin hinek ji xelkên Şengalê hatin xapandin û çûn rêzên çekdarên PKKyê. Ji derveyî wan gelek jî bi zordariyê birin sefên xwe. Lê niha PKK dixwaze li Xanesora Şengalê şerekî li dijî Pêşmerge derxîne. Xelkê navçeyê jî fêm kiriye ku hebûna PKKyê li Şengalê ji bo dijminiya Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge ye."
- "Plana PKKyê ew e ku Şengalê ji Herêma Kurdistanê cuda bike"
Der barê plan û armancên PKKyê de jî Weyîs Naîf wiha agahî dan:
"Plan û bernameya PKKyê ew e ku Şengalê ji Herêma Kurdistanê cuda bike û bixe ser Iraqê. Ew jî daxwaza Îranê ye ku Hîlala Şiî bicih bike. Îran dixwaze bi saya vê tesîra şiiyan li ser sunniyan zêdetir bike. Wek van bi dehan ajendayên wan hene ku hemû jî li dijî berjewendiyên Kurdistanê û kurdan in."
- "PKK dixwaze fitneyê di nav misilman û êzidiyan de derxe"
Ji aliyekî din ve Naîf bal kişand ser wê yekê ku PKK dixwaze di nav misilman û êzidiyên Şengalê de dubendiyekê ava bike û armancên xwe di ser wê re bimeşîne, ewî wiha got:
"PKK dixwaze fitneyê di nav misilman û êzidiyan de derxe. Li deverên di bin desthilata PKKyê de welatiyên êzidî bi navê misilmanan tên kuştin. Welatiyên misilman jî bi navê êzidiyan tên kuştin. Hedef tenê ew e ku fitneyek di nava wan de durist bibe. Li derdora Xanesorê û Şengalê ji misilman û êzidiyan herî kêm 12 kes ji aliyê PKKyê ve hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne. Li deverên di bin desthilata xwe de endam û rêvebirên partiyeke diyar li herêmê dikujin."
- "PKKyê 20 milyar dolar ziyan gihandiye Şengalê"
Der barê zerer û ziyana ku PKKyê gihandiye Şengalê jî Serokê Encumenê got, "PKK li sînorê Sûriye û Iraqê bazirganiya hemû tiştî dike. Di serî de firotina çek û teqemeniyan e" û wiha dewam kir:
"PKKyê ziyaneke mezin a aborî gihandin Şengalê. Piştî rizgarkirina DEAŞê piraniya bajêr wêran bûbû. Lê piştî ku PKK li kuçe û kolanên Şengalê belav bûn, tiştê ku DEAŞê nekiribû PKKyê kir. Talan, kuştin, rêbirrîn, destdirêjîkirin û her tiştê xerab... Li Şengalê 8 hezar û 500 xanî wêran bûne ku ev rêjeya ji sedî 90 e. Piştî DEAŞê bi sedan depo û mal li bajêr mabûn. Ziyana ku PKKyê gihande Şengalê ji 20 milyar dolarî zêdetir e."