29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
TBMM
Parlementerê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim îdia kir ku di nav partiyê da xêncî 3-4 kesên ku hatine wezîfedarkirin hêviya kurdên misliman pêk nayê.
Yildirim li parlementoyê civînek li dar xist û di civînê da got ku rihma Xwedê li kesên ku di êrîşa li ser Balafrigeha Ataturkê da mirin be û Xwedê şifayê bide birîndaran.
Yildirim bal kişand ku îro salvegera 91î ya îdamkirina Şêx Seîd û 50 hevalên wî ye û bi bîr xist ku do ji meclisê xwestiye ku bira dewlet ciyê cinazeyên wan eşkere bike.
Yildirim got ku dibe ku wek parlementer an jî wek kesekê bi bawer bibe tercumanê hestên gelê kurd û diyar kir ku çawa ku partiya îqtidarê û serokomar rexne dike bi heman awayî partiya xwe jî rexne dike.
Yildirim ku li ser pêşeroja partiyê difikire û ji bo pêşeroja partiyê rexneyên baş li partiya xwe dike û ev jî nayê wê meneyê ku di nav partiyê da cudahî heye an jî disîplîn tê îxlakirin.
Yildirim bal kişand ku kesên ku rayên xwe didin HDPê jê sedî 95 kurdên misilman in û wiha axivî: "Beriya her tiştî divê partiyek guh bide kesên ku ray dane wê û piştgiriyê wê dikin."
- "Hêviyên gelê kurd ên misilman pêk nayên"
Yildirim got ku ji bilî 3 an jî 4 navên sembolîk di wezîfedarkirina partiyê de hêviyên gelê kurd ên misilman pêk nayên û dema ku di partiyê de biryaran didin divê guh bidin hesasiyetên hilbijêrên bawermend û wiha dewam kir: "Di nav partiyê de hin alî li hember nirxên Îslamî û pîroziyan bêdeng dimînin û ev jî ji bo giştiyê HDPê dibe pirsgirêk. Hin kesên ku bi me re derketine rê di çalakiyên LGBTyê de, mêşên wan de, di rewşeke ku heqaret li meha remezanê tê kirin de cih digrin, li hember vê tevgerê dengê xwe dernaxin, wek ku ew jî ev tiştên ku tên kirin pesend dikin xuya dikin. Rojîgirtin an negirtin kesan eleqedar dike. Lê divê rêz li kesên ku rojiyê digrin re bê nîşandan."
Yildirim anî ziman ku hin parlamenterên HDPê dema ku li baxçê Meclisê di nav kesên ku rojiyê digrin de çay vedixwin û cixareyê dikşînin, ev tevgera wan partiyê dixe nav rewşeke zehmet.