02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da, ku li bakurê Sûriyeyê dijî hedefên terorê dewam dike, jetên Fermandariya Hêzên Asmanî li Bab, Bzagah û Tadîfê operasyona esmanî birin ser DEAŞa rêxistina terorê û kozikên çekan, sipartgeh û baregeh jî tê da 8 hedef hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da hat gotin, DEAŞ di serî da ji bo berterefkirina tehdîdên rêxistinên terorê, peydakirina ewlehiya sînor û piştgirîdayîna hêzên hevpeymanê li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxa 2016an da operasyona ku dest pê kir, didome.
Di çarçoveya operasyonê da ji bo ku mixalif El Babê bi dest bixin, ji hewa û erdê va piştgirî dewam dike.
103 hedefên DEAŞa rêxistina terorê, obusên Firtinayê, roketavêj, hewan û tankan va hatin gulebarankirin û ji van gelek êdî nema dikarin bi kar bînin.
Jetên Fermandariya Hêzên Esmanî li El Bab, Bzagah û Tadîfê operasyona esmanî bir ser hedefên DEAŞê. Kozikên çekan, sipartgeh û baregeh jî tê da 8 hedef hatin îmhakirin. 22 terorîst hatin kuştin.
Balafirên Federasyona Rûsyayê li herêma Dayr Kakê ya li başûrê rojavayê El Babê ye, hedefên DAEŞê îmhe kirin.