14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
MALATYA
Hat ragihandin ku li Meletî, Elezîz, Adiyeman, Tuncelî û Bîngolê li berpalên bilind ên ku berf lê hene dibe ku şepe çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê tê texmînkirin ku li Meletî, Elezîz, Adiyeman, Tuncelî û Bîngolê hewa wê heta sibê ewrsayî û ewrabî be. Li Bingolê hewayê pir ewrawî be û berfê bibare.
Hat gotin ku li giştiyê herêmê germahî wê di navbera 2 û 4 pileyan kêm bibe. Ji aliyên cuda ve bayê bê, şev û serê sibê hin caran mij û dûman û qeşa wê çêbibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber vê divê welatî hişyar û baldar bin.