Li Herêma Anadoluya Başûrê Rojhilat mirov ji ber toz û dûmanê zehmetiyê dikşînin.
Midûrê Meteorolojiyê yê Herêma 15emîn Abîdîn Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku toza ku ji aliyê çola Afrîkaya Bakur tê, ji êvar ve li herêmê tesîra xwe didomîne.
Aydin got ku meriv di tozê de pêşiya xwe nabîne û dema ku baran dibare ew toz dibe herî û wiha dewam kir:
"Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Batman di serî de, li hemû herêmê toz û dûman heye. Bayê ku ji başûr tê tozê bi xwe re tîne."
Aydin got ku divê welatî ji bo bagerê jî baldar bibin.