İbrahim Atmaca
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
ADANA
Li Edeneyê kesekî ku li gor malbata wî ji ber alkolê serxweş bûye û du rojan wek serxweşan geriyaye û li ser hişê xwe nebûye, birin nexweşxaneyê û piştî mianeyê hat tesbîtkirin ku gule li serê wî ketiye.
Li gor agahiya ku hat hildan, O.Çyê ku li mala xwe ya navenda bajêr wek nîvxeriqî û gêj bûye, malbata wî li ser texmîna ku zêde araq vexwariye ew seba tedawiyê birin navendeke tibê ya taybet.
Li navenda tibê tetqîqên O.Ç hatine kirin û gotine ji ber alkolê xeriqiye û şandine mala wî.
Ji ber ku rewşa O.Ç pak nebûye û du rojan ser hev weke nîvxeriqiyan geriyaye, malbata wî vê carê jî kurê xwe hildane û birine Nexweşxaneya Balcaliyê ya Zanîngeha Çukurovayê (ÇU).
Li wê derê doxtoran kontrola wî kiriye û tesbît kiriye ku gule li serê O.Ç ketiye.
Ekîbên tenduristiyê midaxale kir û O.Ç hat tedawîkirin.
Piştî ku cab dan polêsan, ekîbên Midûriya Şaxa Lêkolîna Cihê Bûyerê û Amirtiya Buroya Cinayetê sewqî mala O.Ç kirin.
Polêsan di malê da demançeyeke hişkeber dît û seba vekolînê bir emniyetê.
Polêsan li ser guleyeke ku êdî leza wê kêm bûye û O.Ç birîndar kiriye disekine û der heqê bûyerê da lêpirsîn didome.