20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ANKARA
881 kesên ku dixwastin bi awayekî derqanûnî ji sînor derbas bin hatin qefaltin.
Li ser malpera fermî ya Sererkaniyê der barê fealiyetên rûtîn ên duhê da agahî hatin belavkirin.
Li gorî vê, bi destê Yekîneyên Sînor yên Fermandariya Hêzên Bejayî 745 kesên ku xwastin bi awayekî derqanûnî ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bin û herwiha 21 kesên ku dîsa dixwastin ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bin hatin qefaltin.
Herwisa 6 kesên ku hewl dan bi awayekî derqanûnî ji Iraqê derbasî Tirkiyê bin, dîsa 109 kesên ku hewl dan ji Tirkiyê derbasî Yewnanistanê bin, hatin girtin.
Ji xeynî vê li ser sînorê Îranê 64 wanayên xaza siruştî hatin qefaltin.