İbrahim Atmaca
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li ser mijara Sûriyeyê hevdîtina dawîn a Komên Xebatê yên Tirkiye û Rûsyayê hat kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin, "Hevdîtina dawîn a di navbera Komên Xebatê yên Tirkiye û Rûsyayê da ku li ser geşedanên Sûriyeyê û mijarên ewlehiya herêmî bû, di navbera 31ê Tebax û 4ê Îlonê da li Enqereyê hat kirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser mijarê xebatên hevpar wê di demên pêş da jî dewam bikin.