01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
OTTAWA
Wezîrê Welatîbûn û Koçberiyê yê Kanadayê John McCallum eşkere kir ku wê 2017an 300 hezar koçber û penaberê nû bistînin.
McCallum li Ottawayê civîneke çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ew kotaya salane ya koçbersitendinê ku halê hazir 300 hezar e, wê 2017an da jî bidome.
Wezîr McCallum anî ziman ku hedefa wan ew e ku kêmûkuriya hêza kar ya di aboriyê da asê kin û nifûsa pîrbûyî ciwan bikin.
Li gorî daxuyaniya Wezîr John McCallum, wê di kotaya sitendina koçberan da kesên bilind perwerdebûyî, yên bi kalifiye û yên meyildarê bazirganiyê wê di giraniyê da bin. Beşa duyema kotaya bayê 300 hezar kesî jî wê ji malbatan pêk werê.
- Di 2017an da 25 hezar penaber
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Hemwelatî û Penabertiyê yê Kanadayê John McCallum, kategorî û hejmara wan ên ku dê di sala 2017an da bona Kanadayê bên qebûlkirin wiha ne:
Karkerên pispor ên ku pêdiviya wan a aborî heye, kesên ku perwerdeya bilind stadine û kesên ku dê bona bazirganiyê tevî sermiyanê xwe bên da ku ji xwe ra karekî ava bikin. Hejmara vê kategoriyê 172 hezar û 500 kes e.
Jin û mêrên ku ji ber sedemên cuda ji hevdu qetiyane, dê û bav, zarok, dapîr û bapîr. Hejmara vê kategoriyê 84 hezar kes e.
Penaber û kesên ku tên parastin. Hejmara vê kategoriyê 40 hezar kes e.
Kesên ku dê di çarçoveya alîkariya mirovî da bên qebûlkirin, 3 hezar û 500.
Di kategoriya penaber û kesên di bin parastinê da ji 40 hezar kesî jê 25 hezar kes dê ji penaberan pêk werê.