Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ANKARA
Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) ji bo namzediya serokomariyê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) xist.
Karamollaoglu ji bo ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementerên Heyama 27an û Serokomariyê ya 24ê Hezîranê da bibe namzedê serokomariyê bi rayedarên partiyê ra hat LHByê ku serîlêdanê bike.
Karamollaoglu dema ji saziyê derket daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê da geveke girîng avêtin û serîlêdana namzediyê kirin.
Temel Karamollaoglu destnîşan kir ku bi Sadî Guvenê Serokê LHByê û endamên Lijneyê ra hatin ba hev û wiha axivî: "Bira bi xêr bibe. Xwedê miyeser bike em ê piştî hilbijartinê jî dîsa werin ba hev û li ser encamên hilbijartinê biaxivin û heke wezîfe dabin ser milên me jî em fikrên xwe pare vebikin."
Li ser pirsekê Karamollaoglu got xebatên îtifaqê dewam dikin, di nav çend rojan ew ê li ser vê mijarê jî daxuyaniyê bidin.
Rojnamevakî got "Dibêjin ev hemleyeke wisa ye ku Erbakan di merzelê xwe da aciz bû" li ser vê Karamollaoglu got, "Ez bi van gotinên kesên xwe aqilmend dihesibînin, ji tevgerên xwe haydar nînin îtibar nakim. Qinaeta min ew e ku bersivdayîn jî rast nîne. Roj bi bêjingê nayê girtin."
Rojnamevanekî got "Tu bi 100 hezar îmzeyî va serî lê dixî û dibî namzedê şexsê, nabî namzedê partiyê" li ser vê Karamollaoglu wiha axivî:
"Partiya îqtidarê vê dixe mijara polemîkê. Ya rastî ez wekî şexsî serîlêdanê dikim, lewra di Meclisê da koma me tune. Lêbelê rastiyek jî heye ku ew jî ez Serokê Giştî yê Partiya Saadetê me, ji bo ku ez bibin serokê giştî yê partiyê seferberî hat îlankirin. 'Namzedê partiyê ye' an 'namzedê partiyê nîne' ev gotinên vik û vala ne. Nikarin berê xwe bidin mijara sereke."