01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Elazîz, Tuncelî û Meletiyê bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz va yekîne û baregeh kontrol kirin û wê demê ragihand ku wan derbeyên giran li rêxistina terorê ya cudakar dan.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, Orgeneral Akar, Orgeneral Guler û Orgeneral Kuçukakyuz duh li herêmên Elazîz, Tuncelî û Meletiyê yeke û baregeh kontrol kirin.
Li gor daxuyaniyê Orgeneral Akar bi fermandarên yekeyan yên li herêmê ra hat bal hev û der heqê operasyona têkoşîna terorê ku dewam dike û fealiyetên din da agahî hilda û dîrektîf dan.
Akar di kontrolan da diyar kir ku li herêmê bi operasyonên ku hatin kirin va di demên dawîn da hêzên ewlehiyê derbeyên giran li rêxistina terorê ya cudakar dan, ji bo ku têkbirina rêxistina terorê ya cudakar û xayîn ku ji bo hizûr û ewlehiya welêt û milet tehdîd e, ew ê zivistan û havîn, şev û roj bê navber bidome.
Orgeneral Akar diyar kir, personelên Artêşa Tirkiyeyê, cendirme, polês û parêzvanên ewlehiyê yên qehreman mil dane hev û bi fedakarî têkoşîna terorê dimeşînin, heta ku terorîstê dawîn neyê berterefkirin têkoşîna terorê wê bi heman ezm û biryardarî dewam bike.
Akar destnîşan kir ku nuquteke xûna şehîd û xaziyan jî wê li erdê nemîne, hesabê malbat û eqrebayên şehîdan jî tê pirsîn.