İbrahim Atmaca
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ANKARA
"Konvoya Wijdanê" ya ji bo dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Beşşar Esed da derehiqûqî hatine girtin, her roj êşkence li wan tê kirin, bidin bihîstin gihîşt Enqereyê.
Konvoya ku jin tê da ne, ji 60 otobêsan pêk tê û ji Stenbolê bi rê ket û wê here Hatayê. Konvoyê li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekiyê navber da. Parêzer Gulden Sonmeza Alîkara Serokê Giştî ya Tevgera Edaletê û Mafên Mirovan (ÎHAK) beriya ku konvoy rê bikeve, daxuyanî da çapemeniyê.
Sonmezê diyar kir ku 10 hezar jinan ji bo Konvoya Wijdanê qeyda xwe çêkir û wê li Hatayê hevdu bibînin got ku konvoy wê bibe qêrîna bê deng a zindanên Sûriyeyê.
Sonmezê diyar kir ku Konvoya Wijdanê li her derê dinyayê deng veda û wiha dewam kir: "Vê gavê Konvoya me ya Wijdanê ji Enqereyê bi rê dikeve û wê bigihêje hedefa xwe ya duyemîn. Em dixwazin bi çavê serê xwe bibînin û destê xwe bidinê. Em dixwazin xwişkên xwe hembêz bikin. Em dixwazin ku azadiya wan demildest bê şert û merc bidin wan. Hemû hewla me ji bo vê ye."
Seroka Komîsyona Şaxên Jinan a Memûr-Senê Habîbe Oçalê jî got ku ji 2011an vir va li Sûriyeyê drama mirovahiyê heye rejimê û mitefîqên wê ji destpêka şer vir va nêzî milyonek meriv kuştin, bi milyonan kes mecbûr man û bûn penaber.
Piştî daxuyaniyan konvoy bi rê ket ku here Hatayê. Heyeteke ku li Enqereyê ma jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê wan li Kulliyeya Serokomariyê qebûl bike û heyet wê Meclisê ziyaret bike. Heyet piştî ziyaretan wê tevî konvoyê bibe.
Tê payîn ku konvoy heta bighêje Hatayê wê bibe 200 otobêsan.