Türkan Tosun
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
KONYA
Di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de Konya navend li 34 bajaran der barê 70 kesên ku di nav de esker jî hene de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ya li hemberî FETO/PDYyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de li ser îfadeya eskerên ku berê hatine girtin û kesên ku ji wan re "îmamtiya mehrem" kirine der barê 70 kesên ku di nav de eskerên muvazzaf jî hene de biryara girtinê hat derxistin.
Hat ragihandin ev şikbar di nav Artêşa Tirkiyê de wek xebatkarê bipeyman dixebitin û di sazûmaniya krîpto ya eskerî ya rêxistinê de cih digrin, ji xwendekarên eskerî re mezinahî kirine û rê nîşanî wan dane.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya girêdayî Midûriya Ewlehiya Bajêr Konya Navend li 34 bajaran operasyoneke hevdem kirin.
Ji bo ku şikbar bên girtin xebat dewam dikin.