Nihat Kavşut
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
AGRI
Li Agiriyê di lêpirsîna ji bona mirina Leyla Aydemira 3 salî da ku piştî wenda bû 18 roj bi şun da hat dîtin ji 4 gumanbarên hatibûn binçavkirin kesek ji ber sûcê "kuştina bi qestî" hat derdestkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê da hat diyarkirin Leyla Aydemira bûyîna wê 2015 ye 15ê Hezîranê li Bezirxaneya gundê Agiriyê wenda bû û 18 roja bi şun da hat dîtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji ber bûyera Leyla Aydemira 3 salî ku mirî hat dîtin 14ê Tîrmehê 4 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin 3 gumanbarên hatibûn binçavkirin ji ber delîlên heyî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û gumanbarek li gor biryara Dadgeha Cezayê Silhê ya Agiriyê 18ê Tîrmeha 2018an ji ber sûcê "kuştina bi qestî" hat derdestkirin.