Elif Orhan
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê yek ji terorîstên hat tespîtkirin ku Mevlut Bengiyê muşahidê sindoqê yê AK Partiyê kuşt sax hat girtin û du terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Agiriyê hat dayîn peywirdarên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li Çiyayê Agiriyê ji bo berterefkirina mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker operasyonên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de di dema operasyona ku li herêmê tê kirin de bi terorîstên PKKyî re ketin nav pevçûnê.
Di pevçûna ku derket de terorîstek sax 2 terorîst kuştî hatin bidestxistin.
Di lêgerîna ku li herêmê hat kirin de tifingeke M-16an a peyadeyan, 2 tifingên peyadeyan ên keleş, demançeyek, 5 bombeyên destan, 10 keleş û 2 şarjorên M-16an, kompîturek, 3 bêtêl, kabloya ceyranê û gelek erzaq û melzemeyên tibî hatin dîtin.
Di encama îfadeya terorîstê ku sax hat girtin hat tespîtkirin ku 3 terorîstên navborî planker û tetbîqkerê di 26ê hezîrana 2018an de li Çiyayê Agiriyê kuştina Mevlut Bengî ne.
- Rabirdûya bûyerê
Mevlut Bengiyê ku li mezraya Turkmen a navçeya Bazîdê dikana wî heye di hilbijartinên 24ê hezîranê de li gundê Çîftlîkê yê navçeyê wekî mişahidê sindoqê yê AK Partiyê hatibû peywirdarkirin lê vê peywirê mişahidê yêdek ê bi cî anîbû.
Terorîstên PKKyî di 26ê hezîranê roja sêşemê li çolwarê gundê Yayginyurtê Bengî bi dîrega ceyranê ve girêdabûn û pişt re gule berdabûn serê wî û ew kuştibûn.
Li bal Bengî nîşeya ku terorîstên PKKyî li serê "Ji ber ku ji sala 2015an vir ve sixûriya dewletê dike hatiye kuştin" nivîsandîbû hatibû dîtin.