Haydar Şahin
24 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
AKSARAY
Li Aksarayê otobêseke rêwiyan totî kendêl bû, di qezayê da 4 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin sitandin, otobêsa bi pîlaqeya 34 VY 0804 a ku Nurettîn T. (59) diajot û tê da kesên ji bo gerê ji Stenbolê diçûn Adiyemanê hebûn li ser rêbeja Aksaray-Enqereyê ji rê derket û totî kendêl bû.
Di qezayê da 4 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Cinazeyê miriyan jî piştî lêkolînê rakirina morgê.

- Îdiaya dibêjin ajokar razaye
Denîz Pinara ku silamet ji qezayê filitî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Stenbolê diçûn Adiyemanê.
Pinarê got ku di dema qeza çêbû da hişyar bû û wiha axivî: "Otobês hêdî hêdî ji rê derker. Paşê aliyê rastê yê otobêsê kete valahiyê û teqle avêt. Biharke ajokar razabû.