Önder Beyter
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê ya ku dîroka wê vedigere sedsala 9emîn a beriya zayînê û herwiha di dîrokê da mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, piştî ku cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, bi hişmendiyeke nû va xizmet tên kirin ku ev yek gelekî li dekora dîrokî ya bajêr tê.
Li Gurpinarê ku ji hêla erdê xwe va mezintirîn yek ji navçeyên Tirkiyeyê ye, piştî ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirşaredar hat peywirdarkirin, reng û rêjeya xebat û xizmetan jî guherî.
Ji bo ku Gurpinar wekî navçe di tûrîzmê da eleqe û navdariya ku heq dike bi dest bixe, şaredarî projeyan amade dike û herwiha bi xebatên xwe yên nuwaze reng û beşera navçeyê xweşik dike.
Şaredarî şûna dikanên berê yên ku di warê ewlekariyê da birîsk bûn, bi mîmariya Selçûqiyan kargehên nû çêdike ku ev yek ji bo sûka bajêr, nasnameyeke nû ye. Şaredarî herwiha li navenda navçeyê û li taxên wê xebatên xizmetguzariyê yên wekî rê, peyarê, parq, binesazî û projeyên sosyal dimeşîne.
Qaymeqam û Cîgirşaredar Osman Dogramaci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wî di meha sibatê da dest bi wezîfeyê kir û herwiha pêra pêra ji bo navçeyê proje amade kirin.
Dogramaci bal kişand ku li navçeyê girîngtirîn yek ji projeyên wan "Projeya Dikanên Navendî û Qada Navçeyê" ye ku bi tevahî wê 5 milyon lire pere lê were xerckirin.
Dogramaci diyar kir ku ew vê projeyê ligel hevkariya welatiyan dikin.