Önder Beyter
06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
BATMAN
Li Kercewsa navçeya Batmanê 3 kesên ku ji ber xaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê çû jehrî ketin, rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyê, xelkê gundê Oteyakayê Dervîş Yilmaz (86), Hamdiye Yilmaz (85) û Mevlude Muhammed (22) piştî ku li xwe warqilîn ku ji ber xaza sobeyê jehrî ketine, bi têlefona mobîl xeber dan xizmên xwe û ji wan alîkarî xwestin.
Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên 112 Servîsa Bilez hatin malê û ev her sê kes rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê.