20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
BERLÎN
Li Berlîna paytexta Almanyayê ji ber qamyona ku ket nav bazara Noelê 12 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer li Meydana Breitscheidplatzê ser Kurfuerstendammaya ku navenda tûrîstane qewimî û paşê gelek polês û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji ser hesabê Twîtterê yê polêsên Berlînê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku di bûyerê da 12 kes mirin û 48 kesên ku rewşa qismekî wan pir girane jî birîndar bûn û li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di daxuyaniya ji hêla polêsên Berlînê hat weşandin da hat gotin ku hêj nayê zanîn gelo ev qezaye yan êrîşeke terorîye û lêpirsîn dewam dike. Kiryarê êrîşê di kamyon (TIR)ê da mirî hat qefaltin û ew welatiyê Polonyayê derket.
Polêsên Berlînê ji bo zelalkirina bûyerê û berhevkirina delîlan ji welatiyan xwest ku bila dîmen û wêneyên di destê wan da hene ji malpera înternetê ya bi navê "bka-hinweisportal.de" yê ra bişînin.
Serdozgeriya Federalê ji ber gumana ku ev êrîşeke terorî xuya dike berpirsyariya lêpirsînê hilda ser xwe û ewê birêve bibe.