2016 ж. 10 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 11 тамыз
BURSA
Welatiyek şeva hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) çû ber Kulliyeya Serokomariyê û bi têlefona xwe ya destan va dîmen kişand û di dîmenan da grûbek xwe didin ber tankan.
Di dîmenan da leşkerên derbekar û welatî dibezin hev û welatî tekbîran tînin û hewla derbê protesto dikin. Derbekar jî gula berdidin hewa û dixwazin ku qerebalix bela bibe.
Di dîmena têlefonê da welatî bela nabin û ji firokeyê gule li ser van da tê barandin, welatî birîndar dibin, qareqara birîndaran ya alîkariyê û dengê guleyan tê.
Di dîmenan da hin welatî dibêjin "netirsin hevalno" û di ber dilê grûbê da tê, hin kes jî ji hevalên xwe alîkariyê dixwazin û dibêjin "kekê birîndar heye".
Di dîmenê da kalek û jinek di bin paletên tankê da dimînin û ji bo xelaskirina wan welatî li tankê didin û ji leşkerên derbekar ra dibêjin "di bin paletan da mirov heye. Tankê paş da hilde", lê tang ji şûna xwe naleqin.
Jina ku di bin tankê maye, destê xwe bilind dike û alîkariyê dixwaze, welatiyekî ku ji piyê xwe birîndar e jî dibêje "Wellehî billehî ji bo reîs ne girîng e. Ez ê bibim şehîd."
Welatî nahêlin ku tank bimeşin û kesê ku dîmenê jî dikşîne dibêje "Xwedê qehra xwe bide we. We ev welat anî vî halî. Gula berdidin hewa" û dîmen diqede.