03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê terorîstên ku di operasyonê da hatin kuştin, dîmenên wan ên dema ku teqemenî çêkirine hatin dîtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Yuksekovayê di avahiyekê da gelek terorîst di pevçûnê da hatin kuştin, piştî pevçûnê hêzên ewlehiyê lêgerîn kir.
Di lêgerînê da kamerayên wan dîtin û di kamerayan da wêneyên ku bi çekên lûledirêj va kişandine, di dîmenan da tunêl vedane ku derbasî avahiyên din bibin, teqemeniyên bidestançêkirî amade kirine û qûm kirine torbeyan û pê kozik amade kirine.
Hat gotin ku terorîstên navborî hemû hatine kuştin û gelek teqemeniyên destçêkirî hatine bidestxistin.