Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
BEXDA
Muteşebisê iraqî bi navê Ebû Mecîd, li paytext Bexdayê otobêsa ji bar ketiye gerande loqenteyê û dîmeneke balkêş derxist holê.
Loqenteya gerok li qeraxa rêya herêma Kerradeyê hatiye danîn û navê "Xwaringeha Muhenned" lê hatiye kirin. Loqente ji seet 19.00 heta derengê şevê xizmetê dide muşteriyên bexdadî û bajarên dorûberê.
Ebû Mecîd ji bo bikaribe xizmeteke baş bide muşteriyan qatek din li ser otobêsê çêkiriye û loqenteya xwe kiriye duqatî.
Ewî ji bo peyamnêrê AAyê wiha behsa teşebbusa xwe kir:
"Ji bo cihê loqenteyê min cihekî munasib nedît. Min dît ku otobêsek 5 sal in hatiye terkkirin û bikêrî tiştekî nayê. Min ew ji xwediyê wê kirî û anî vê derê. Min hemû tamîrên wê yên hundir û derve ji nû ve kirin. Wisa bû xwaringeh."
Ebû Mecîd diyar dike ku di qatê yekem ê kargeha xwe de xizmetê dide malbatan û li qatê serê jî gencan diezimîne.
Xwaringeha gerok ya Ebû Mecîd bala xelkê derdorê jî dikişîne û eleqeyeke baş dibîne.