Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
BITLÎS Li Tetwana navçeya Bitlîsê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê 3 teqemeniyên bidestçêkirî yên ku ji aliyê terorîstan ve li zeviyê hatibûn bicihkirin, hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, tîmên Fermandariya Cendermeya Bajêr di encama xebatên îstixbaratê de tespît kir ku li mewqiya Girê Şaştika goma Taşdemîrê, ji aliyê rêxistina cudaxwaz hin teqemenî hatine bicihkirin.
Li ser vê tîmên cendermeyan 19yê kanûnê operasyon bir ser zeviya ku teqemenî lê hatine bicihkirin. Di lêgerînê de di tenekeyekî 25 kîloyî de 3 teqemeniyên ku bu amonyum nîtrat, mazot û pîlan hatibû çêkirin hat tespîtkirin.
Her sê teqemenî ji aliyê tîmên îmhekirina bombeyan va bi kontrol hatin îmhekirin.