İbrahim Atmaca
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê zarokê ku ceyranê kişand, mir.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Eyyubiyeya navçeya navend, li taxa Yenîceyê ceyrana ketilê Kubra Asiya 7 salî li mitbexê kişand.
Asi di cî da li erdê ket û malbatê ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliûrfayê.
Digel hemû midaxaleyan Asi li nexweşxaneyê xelas nebû û mir.
Ji bo otopsiyê cinazeyê sebiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Şanliûrfayê.