14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
BITLÎS
Li Tetwan navçeya Bitlîsê otomobîla ku endamên PKKya rêxistina terorê bombe xistibûn bagaja wê, ji aliyê hêzên ewlekariyê va hat tesbîtkirin û bombe hat îmhakirin.
Li gorî agahiyan, tîmên Mudûriya Ewlekariya Navçeyê, li ser rêbeja Tetwan-Wanê ji ber gumanekê otomobîleke reng sipî ragirtin û lêgeriyan.
Hêzên ewlekariyê piştî ku dîtin di bagajê da di nava hinek pakêtan da teqemenî heye, tedbîrên ewlekariyê sitendin û rê ji hatûçûnê ra girtin.
Pisporên îmhakirina bombeyan hatin cihê bûyerê û otomobîl birin cihekî ewledar û teqemenî îmhakirin.
Der barê bûyerê da lêpirsîn didome.