Fatih Gazioğlu
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
BÎNGOL
Li Bîngolê kesekî li bexçeyê xwe kîwî çandin.
Li gor agahiyan, Muhîttîn Polatê ku li gundê Guveçliyê dimîne 6 sal beriya vê ji Rîzeyê şitileke kîwiyê anî û li bexçeyê xwe çand. Darên kîwiya mezinbûn û fêkî girtin.
Midûrê Daristan û Çandîniyê yê Bajêr Burhan Bahadir tevî hin endazyaran hatin gundê Guveçliyê û li bexçeyê Polat lêkolîn kirin.
Muhîttîn Polat got ku wî li bexçeyê xwe xox, bihok, hirmî û hêjîr diçandin û wiha dewam kir:
"Vê dorê min şitilên kîwiyan yên ku min ji Rîzeyê anîbûn çandin. Ewil tu kesî bawer nekir. Niha bila werin û bibînin. Min li bexçeyê xwe sîstema avê ya dilop jî avakiriye."
Midûrê Daristan û Çandîniyê yê Bajêr Burhan Bahadir jî got ku bi saya bendên li herêmê hatine çêkirin rêjeya nemê zêde bûye û ew ê der barê gihiştina kîwiyê da jî lêkolînê bikin.