Fatih Gazioğlu
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ÇANAKKALE
Li Ayvacika Çanakkaleyê 38 qaçaxên ku dixwestin derbasî Girava Lesbosa (Mîdîllî) Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Hêzên Ewlehiyê yên ku li Bakurê Behra Egeyê kontrol dikir, li mewkiya Mihliyê boteke lastîk tespît kirin.
TCSG-6"ya fermandariya botan operasyon kirin û di operasyonê da jin û zarok jî di nav de tevhî 38 welatiyên Efxanistan û Sûriyeyê derdest kirin.
Xwarin û kinc li biyaniyên ku anîn Qereqola Ewlekariya Peravê ya Kuçukkuyuyê belav kirin.
Piştî karûbarên li vê derê kesên biyanî sewqî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.