İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
ANKARA
Li Enqereyê di lêpirsîna şaxa cendirmeyan a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo girtina 23 jê melayên sivîl 37 gumanbarên ku biryara binçavkirina wan hat dayîn, li 22 bajaran di heman demê da operasyon hat kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên emniyetê hilda, di çarçoveya lêpirsînên ku li dijî şaxa teşkîlata cendirmeyan a FETOyê tê meşandin da ji bo 37 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê ji serê sibê pê va ji bo girtina 23 jê "melayên mehrem" ên sivîl, 14 jê personelên îxrackirî bi tevahî 37 kesan Enqere wek navend li 22 bajaran di heman demê da operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonan da di nav kesên binçavkirî da 3 "melayên mehrem" hene, hat gotin ku ji bo girtina gumanbarên firar xebat didomin.