Haydar Şahin
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Di mijara jinûva hesabkirina deynên dewletê da dema dayîna teqsîda ewil hetanî 15ê cotmehê hat dirêjkirin.
Biryara Serokomariyê ya li ser mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin, biryar ji 1ê cotmehê pê va kete rewacê.
Deynên di çarçoveya Qanûna Li Ser Jinûva Hesabkirina Hin Deynan û Bacê ya bi hejmara 7143yan ji nû va hatibûn hesabkirin dibê hetanî 1ê cotmehê bihatina dayîn, li gor vê biryarê dema teqsîda ewil hetanî 15ê cotmehê hat dirêjkirin.