27 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
CERABLUS
Li Cerablusa Heleba Sûriyeyê ku ket destê Artêşa Sûriyeya Azad heyat normalîze dibe.
Artêşa Sûriyeya Azad bi saya operasyona Mertalê Feratê ku bi hevkariya hêzên esmanî yên koalîsyonê û Hêzên Çekdar ên Tirkan dest pê kir, bi temamî kontrola Cerablusê bi dest xist.
Endamên Artêşa Sûriyeya Azad bi hesasî dixebitin û ji bo ewlehiyê paqijiyê dikin.
Li Cerablusê dikan jî hêdî hêdî vedibin û xelkê herêmê derdikevin kuçe û kolanan.
Dikandarekî ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku gelek kêfxweş in ku cardin dikanên xwe vekirine.
Dikandar diyar kir ku heyameke dijwar li pey xwe hiştine û got ku Artêşa Sûriyeya Azad wan ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar kiriye.
Esnafekî ku eşyayên elektronîk difiroşe diyar kir ku endamên DAEŞê bin navê "zikat"ê pere ji wan kom kirine û got ku gelek kêfxweş e ku cardin dikana xwe vekiriye.
Li Cerablusê hin berberan jî dikanên xwe vekir.
Wek mayîn li bakurê Sûriyeyê operasyonên li dijî DAEŞê dewam dikin.