15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
HELEB
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), yekîneyên topavêjên tirk, hêzên hewayî yên koalîsyonê êrîşî Dabiqa gundê Helebê ya ku ji bo DEAŞê girîngiya wê ya sembolîk zêde ye.
Li gor agahiyên ku ji fermandarên ASAyê yên qadê hat hildan yekîneyên muxalif ji ser xeta di navbera navçeyên Ezez-Cerablusê dimîne da ji aliyê rojhilat va operasyon birin ser gund û milîtanan zeft kirin.
Car caran balafirên şer ên koalîsyonê jî piştgiriyê didin muxalifan.
DEAŞê bi navê Dabiqê kovarek derxistibû û herêma Dabiqê ji bo wan girîng e. Rêxistin wisa bawer dike ku bi şerê li Dabiqê bi hêzên ne misilmanin ra bike va wê qiyamet dest bê bike. Lê digel vê DEAŞ cebilxane û çekên xwe li navçeyên Soran û Babê bi cih dike.
Ji hêla din va jî rêxistinê di kovareke xwe ya ku duh ji ser înternetê weşand da ji axaftina serkêşê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî hevoka "Şerê Dabiqê yê Mezinê ku em li bendê ne ev nîne" da.