05 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirk li çolwarê Çûkûrcaya Hekkariyê herekata esmanî kir û li herêmê sê hedefên dînamîk ên ku hatin tesbîtkirin, îmha kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li çolwarê Çûkûrcayê êvarê der heqê grûba endamê rêxistina terorê ya cudaxwaz da îstixbarat hat hildan.
Li ser vê jetên Fermandariya Hêzên Esmanî di navbera 18.13-1820î da harekata esmanî bir ser herêma ku terorîst lê ne. 3 hedefên dînamîk ên ku li herêmê hatin tesbîtkirin, di bombebarana jetan da hatin îmhakirin.
Jetan wezîfeya xwe serkeftî îcra kirin û paşê sax silamet vegeriyan balafirgehên xwe.