14 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê di encama êrîşa bi hawanê ya mensûbên PKKya rêxistina terorê da, 3 esker birîndar bûn.
Li gor agahiya hat hildan, terorîstên PKKyî êrîş birin ser Baregeha Eskeriyê ya Tepeşînê ya li Çigliya gundê ser Çûkûrcayê. Di êrîşa bi hawanê da 3 esker birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Eskerî ya Hekariyê. Dermankirina eskeran dewam dike.