Haydar Şahin
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
BOLU
Nurettîn Koçê 35 salî yê ku ji bo berterkê nîşan bide ku çima Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike, ji Stenbolê derkete rê û ber bi Qudsê diçe gihîşte Boluyê.
Koçê ku alaya Filistînê daye destê xwe li tanga Rêbeja D-100î ya ber Boluyê meşa xwe didomîne û ber bi Enqereyê diçe.
Koç di dema meşê da qasî bîstekî bîna xwe da û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 17ê berfanbarê da ji Stenbolê dest bi meşê kir.
Koç destnîşan kir ku di roja 10an ya meşê da gihîşte Boluyê û wiha axivî: "Dixwazim kêmzêde 5an jî 6 roj şûnda bigihêjim Enqereyê. Ez ê ji Enqereyê derkevim rê û berê xwe bidin Hatayê. Quweta min Hatayê têrê dike. Heke ez ji derê rêyeke ewledar bibînim ez ê hetanî Qudsê bimeşim. Vê gavê hedefa min ew e ku sînorê Tirkiyeyê temam bikim."
Koç destnîşan kir ku meşa wî ew ê qasî 2 mehan ber xwe bide û wiha pê da çû: "Bi salan e li Qudsê zilim heye. Her kes li gor quweta xwe tiştekê dike. Ez jî wekî mislimanekî, şexsekî çi ji destê min tê wê dikim. Min ji xwe pirsî ku gelo ez dikarim çi bikim. Min ji xwe ra bersiv dît. Ev ji destê min tê. Min bawer kir û nika ji bo armanca xwe dimeşim."