26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
VAN
Serokê Şaxa Wanê ya Odeya Endezyarên Înşaatê Kamuran Turgut diyar kir ku di sala 2017an da li Wanê sektora înşaatê bi awayekî cidî bi xwe va hat.
Turgut di civîneke ku li kafeyeke bajêr hat lidarxistin da axivî û got ku sektora înşaatê sektora lokomotîf a welêt e.
Turgut diyar kir bandora sektora înşaatê li ser ji siyêyan yekê aboriya welêt heye û wiha dewam kir: "Heke sektora înşaatê bi xwe va were, nêzî 400 sektorên din ên ku girêdayî înşaatê ne jî bi xwe va tê û hilberînê dike. Li Wanê îsal li gor salên piştî erdhejê îsal sektora înşaatê bi awayekî cidî bi xwe va hat. Li bajarê me ew qas kar derket ku karker nedihatin dîtin ku bixebitin. Ji ber vê yekê mitehît û karkerên ku berê li Wanê kar nedîdîtin, vedigerin Wanê."
Turgut îdia kir ku, plana îmarê ya ku di sala 2011an da hat kirin, pêşketina sektora înşaatê dereng xist û wiha dewam kir:
"Li Wanê heta sala 2016an sektora înşaatê bi ser xwe va nehat. Ji ber ku di 2016 û 2017an da pirsgirêka etudên adayê û tedîlatên parselan hatin çareserkirin, sezoneke baş dest pê kir. Li ji bo ku sektora înşaatê bi îstiqrar bibe, em dixwazin ku di sala 2018an da pirsgirêkên sektora înşaatê werin çareserkirin."