23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de 2 terorîst hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya ku li Lîce, Qûlp, Sîlvan, Hazro û Kocakoyê 20ê kanûnê dest pê kiribû duh evarê saet 22.00an va bi serkeftî qediya.
Di encama operasyonê de 2 terorîstên PKKyî sax hatin girtin û 9 baregeh û 14 şikeft jî hatin tespîtkirin.
Di lêgerîna gundên Dolunay, Turelî û Baglanê yên li baregeh û şikefta hatin kirin de jî, 5 fîşengên roketê, 2 şarjor, bêtêlek, 3 pîl, 2 tûpên mezin, 33 mêtro qabloya ceryanê, 2 şemsiye, 2 cil û bergên terorîstan, 11 pirtûkên rêxistînî, 2 cente, 4 tulumên nivistinê û gelek melzemeyên xwarinê hatin bidestxistin.