10 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Di êrîşa li Baglara navçeya navend a ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî birin ser wesayîta serwêsa polêsan de 3 kes mirin, 12 jê polês 45 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Bûlwara Dîcleyê ya Baglara navçeya navend dema ku serwêsa polêsan a ku hin gumanbarên ku bi îdiaya sûcê terorê kirine ji bo kontrola tenduristiyê dibir nexweşxaneyê derbas bû mensûbên PKKya rêxistina terorê wesayîta bombebarkirî teqandin. Di teqînê de polês jî di nav de 48 kes birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an ên ku hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr. Ji birîndarên ku dihatin dermankirin 3 kes digel midaxaleyê mirin.Teqîn li ber Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Şehît Albay Guner Ekîncî û çayxaneyekî çêbû.
Divê navberê de hat ragihandin ji ber ku xwendekar du saet beriya teqînê ji dibistanê derketibûn û belav bibûn ji ber vê yekê jî facîeyekî mezintir neqewimî.
Ji ber şîdeta teqînê li rê çal çêbûn, avahiya dibistanê û gelek avahî û wesayîtên li hawirdor jî xisar çêbû. Ekîbên polêsan lêkolîna cihê bûyerê berdewam dikin û Bûlwara Dîcleyê ji hatûçûyê re hat girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku terorîst bên girtin li hawirdor operasyon dan destpêkirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û da zanîn ku dema ku bersûcên ku ji ber sûcê "li ser navê rêxistina terorê li navçeyê destdanîna ser fabrîqeyekî" hatibûn binçavkirin ji bo rapora doxtor dibirin nexweşxaneyê saet dora 16.30yan de li mewqiya Xaçerêya Batikentê wesayîta bombebarkirî hat teqandin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di wesayîta serwêsê ya polêsan de 9 polês û 7 gumanbar hebûn, di nav birîbdaran de kesên ku li hawirdor rûdinin û di dema bûyerê de li herêmê bûn hene û hat gotin ku "Di teqînê de 12 jê polês 45 kes birîndar bûn. Her wiha 3 kesên ku birînên wan xedar bûn digel midaxaleya ku hat kirin mirin."