22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê bi 500 polêsî û piştgiriya ji hewayê va operasyona dijî hişbirê hat kirin, 9 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê, Tevgera Taybet, Têkoşîna Dijî Terorê, Esayîş, Midûriyeta Şaxa Hêzên Çewîk û personelên Midûriyeta Ewlekariya Sûrê bi 500 polêsî û piştgiriya ji hewayê va li navçeyê operasyona dijî bazirgan û firoşkerên hişbirê kirin.

Operasyon ji bo girtina 21 şikbarên hat tesbîtkirin ku hişbirê difroşin hat lidarxistin û li 16 navnîşanan 9 kes hatin binçavkirin.
Bi alîkariya kuçikên dedektor polês li navnîşanan geriyan, di lêgerînê da 40 qiram esrar, 600 qiram metamfetamîn, tivingeke nêçîrê, 60 fîşengên tivingan û kêra kalanî hatin dîtin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dike.