22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da amûrên di çêkirina teqemeniyan da tên emilandin, çek û cebilxane hatin qefaltin û 2 şikeft û sitargehek hatin xirabkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê operayona li başûrê Liceyê 19ê nîsanê di saet 22.00an da dest pê kiribû, qediya.
Li herêma operasyonê di 55 malan da lêgerîn hat kirin û kesek hat binçavkirin.
Di operasyonê da tivingeke piyadeyan ya M-16, demançeyek, 3 şarjor, 325 fişek, dûrbîneke çekê, 18 qundaxên keleşê, 25 bêtêl, 3 panêlên tavê, 25 kêr, 4 çenteyên piştê, 15 qat cilên terorîstan, 50 kîlogram esrara toz û gelek amûr û melzeme hatin qefaltin.
Di operasyonê da 11 teqemeniyên kirine erdê, 20 tûp, 340 kîlogram amonyum nîtrat, 14 bilogên pîlan, 50 mêtro qablo û 95 pîl hatin îmhekirin.