30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 4 demançe, tivingeke nêçîrê ya bêruxset, 10 şarjor, dengbireke demançeyan, qundaxeke demançeyan û 36 kîlo esrar û 429 hezar û 100 serî kirkirk hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr di nav sînorên Kocakoy, Hêne, Licê, Hezro û Qulpê da di navbera 27ê hezîranê saet 22.00yan û 29ê hezîranê 23.00yan da operasyon kirin.

Di operasyonê da li Çavundura gundê Licê 4 demançe, tivingeke nêçîrê ya bêruxset, 10 jajor, dengbireke demançeyan, qundaxeke demançeyan û 70 fîşeng hatin girtin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Wekî mayîn laptopek, hard dîskek, 9 flaş û CD hatin dîtin, 5 şikbar hatin binçavkirin. Di çarçoveya xebatên narkoterorîzmê da 429 hezar û 100 serî kirkir, 36 kîlo û 15 qram esrar hat girtin. Der heqê 6 şikbaran da karûbarên fermî hatin destpêkirin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya welatiyan di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da operasyon bi biryardarî dewam dikin.