Abdullah Tel
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ANKARA
Cinazeyê Eylul Yaglikara ya 8 salî ku di 22yê hezîranê da li Taxa Uzunbeyliyê winda bûbû li nêzî Taxa Yuzukbaşiyê di ber stûneka ceyranê da binaxkirî hat dîtin.
Waliyê Enqereyê Ercan Topaca li ser dîtina cinazeyê Eylul a ku li Taxa Uzunbeyliya ser navçeya Polatliyê winda bûbû, hat taxê û ji rayedaran agahî hilda.

Piştî hevdîtinan Topaca daxuyanî da û destnîşan kir ku wan hêvî dikir bi xebereke xweş derkevin pêş raya giştî lê nebû û wiha pê da çû: "Me dixwest ku ew (Eylul Yaglikara) zindî bê dîtin û xebera wê bihata dayîn. Lê mixabin tespîtên hatin kirin nîşan didin ku ev zaroka me hatiye
qetilkirin."
Walî Topaca diyar kir ku lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike û wiha dewam kir: "Hûrguliyên bûyerê, çawa çêbû? Gelo kesekî din ê ku arîkarê da heye yan na? Ew hêj nehatine tespîtkirin. Delîlên teknikî û hiqûqî me ber bi kî ve bibin bi awayekî teknikî ku arîkariya vê bûyerê, vê kesê dema ku vê bûyera ku xemgîniyê dide arîkarî kiribe piştgirî dabê dê ew jî derkeve holê."