15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Şaredariya Diyarbekirê ya ku Wezareta Karên Navxweyî bi KHKyê wekîl lê tayîn kir, xebatên xwe yên asfalt, paqijî û binesaziyê didomîne.
Piştî ku Qaymeqam Cumalî Atîlla wek Wekîlê Şaredar hat wezîfedarkirin, kuçe û kolanên Diyarbekirê her roj tên paqijkirin.
Xebata asfaltkirinê ya li ser Kolana Nazim Hîkmet wê îsal biqede. Heta meha biharê xebatên zivistanê wê dewam bikin.
Ji ber rewşa hewayê xebat hêdî dimeşin.
Heta niha 4 hezar ton qîra kel li ser rê hat rijandin, tîm hewl didin ku di nav vê heftê de xebatan temam bikin.