24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Ji eskerên ku di êrîşa ku li navçeya Lîcê di êrîşa çekdarî ya terorîstên PKKyî de birîndar bibûn 2 eskerên din şehîd ketin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji eskerên ku di êrîşa çekdarî ya terorîstên PKKyî ya ser tîmên ku ewlehiya rêbeja Diyarbekir-Bingolê pêk dîanin de birîndar bibûn 2 eskerên din digel midaxaleya li Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê şehîd ketin.
Hat ragihandin ku eskerên birîndar ên din li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Operasyona ku li herêmê ji bo girtina terorîstan dan destpêkirin, berdewam dike.
Li tanga Gomtepeyê ya Gundê Kiralanê terorîstên PKKyî êrîş biribûn ser tîmên ku ewlehiya rêbeja Diyarbekir-Bingolê pêk dîanin, di pevçûna ku derket de 2 esker şehîd ketibûn û 2 jê xedar 4 esker jî birîndar bibûn. Eskerên birîndar piştî midaxaleya ewil ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê.