24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar a Tirkan li El Baba li bakurê Sûriyeyê di operasyona Mertalê Feratê da 141 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bombe kir ku di nav da avahiyên baregehên rêxistinê jî hene û di encamê da 68 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên Hêzên Çekdar a Tirkan operasyona Mertalê Feratê ku di 24ê Tebaxê li bakurê Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorê û ewlehiya sînor dest pê kir, di roja 123yemîn da dewam dike.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da xebatên bidestxistina El Babê dewam dike û di pevçûnan da 2 mixalif şehît ketin û mixalifek jî birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku di operasyona bidestxistina El Babê da 38 terorîst hatin kuştin.
Wek mayîn di operasyonê da 141 hedefên DEAŞa rêxistina hatin tesbitkirin û îmhekirin.
Fermandariya Hêzên Esmanî li El Babê 6 hedefên DEAŞê bombebaran kir û di encamê da 3 avahiyên baregehê û 3 qeracên wesaîtên bombebarkirî hatin îmhekirin û 30 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonê da 2 hezar û 208 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 42 mayîn hatin îmhekirin.