24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di binê sifirê da 25 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, îro li herêmê hewayê ewravî be û baranê hebe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 25, li Erdexanê di binê sifirê da 24, li Qersê di binê sifirê da 23, li Erziromê di binê sifirê da 12, li Îdirê di binê sifirê da 16, li Ezirganê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 11, li Qersê di binê sifirê da 8, li Agiriyê di binê sifirê da 6, li Erziromê di binê sifirê da 5, li Îdirê di binê sifirê da 1 û Ezirganê 0 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 56, li Erziromê 28, li Erdexanê 20, li Qersê 10, li Îdirê 7 û li Ezirganê jî 2 santêm hat pîvandin.
Rayedaran gotin ku bira ajokar ji bo mij û cemedê baldar bin û tevdîrên xwe bistînin.