İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
CAKARTA
Li Endonezyayê balafireke ku 181 rêwî û 7 muretebat tê da bûn, piştî rabûnê demeke kin şûnda ket behrê. Enkaza balafirê hat dîtin.
Rayedaran diyar kir ku balafir li gor saeta herêmê di 06.20î da rabû û di saet 06.33yan da têkiliya wê bi radarê ra qut bû.
Serokê Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî (BASARNAS) Mihemed Saaugi daxuyand ku balafir ji paytext Cakartayê rabû ku here Grava Sumatrayê bajarê Pangkal Pinangê, lê piştî ku rabû û demek şûnda ket. Syaugi destnîşan kir ku enkaza balafira ku 188 kes tê da bûn, hat dîtin.
Syaugi diyar kir ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, lê der heqê aqûbeta rêwiyan da tiştek negot.
Wezareta Gîhandinê ya Endonezyayê jî ragihand ku di nav 181 rêwiyan da 2 dergûş û zarokek heye, murettebat jî dudu jê pîlot ji 7 kesan pêk tên.
Ji aliyekî din va Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Gîhandina Neteweyî Soerjanto Tjahjono diyar kir, Rêhewaya Lionê balafira JT 610ê ya tîpa Boeing 737 MAX 8ê vê axiriyê kirîbû.